Hey Dilberê
Ciwan Haco
2:51Hate ber derî, min lê nenihêrî Lê gava ew çû, min dil daye dû Hate ber derî, min lê nenihêrî Lê gava ew çû, min dil daye dû Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş? Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû? Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş? Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû? Ka ew reng û rû? Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn! Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?" Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn! Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?" "Yara te va ye, li ber çava ye Ev deşt û çîya tev xweşkir bi bêhn" "Yara te va ye, li ber çava ye Ev deşt û çîya tev xweş kir bi bêhn" "Tev xweş kir bi bêhn" Bilbil tu zanî gelo ez kî me? Tu tim serbest î lê ez girtî me Bilbil tu zanî gelo ez kî me? Tu tim serbest î lê ez girtî me Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me Xortê Kurdî me